Komeleya Newroz a Çandî û Civakî sûcên ku li Efrînê têne kirine şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku sivîlan biparêzin û vegera ewle ya koçberan garantî bikin.
Komeleya Newroz a Çandî û Civakî têkildarî sûcên li Efrîna dagirkirî têne kirin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de binpêkirin û sûcên domdar ên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî pêk tînin, hat şermezarkirin. Hate gotin, ev binpêkirin ku di bin çavdêriya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de tên kirin, piştrast dike ev hikumet jî tevkarê sûcan e.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin “Dara zeytûnan sembola aştî, ked û girêdana bi axê ve ye, îro şahidiyê ji kedxwarî û guhertina demgorafîk a sistematîk re dike. Sivîl jî rojane di nava bêdengiya desthilata serdest de dibin qurbanên girtin û îşkeneyî.”
Di dewama daxuyaniyê de operasyonên girtinê yên çewsîner ên li dijî şêniyên Til Eran û Til Hasilê de hatin şermezarkirin û hate gotin “Ev binpêkirin beşek ji siyasetên plankirî ne ku armanc jê valahkirina herêmê ji niştecihên wê û pêkanîna guhertina demografîk ye. Ev binpêkirin jî li dijî qanûnên mirovî yên navneteweyî ne.”
Komeleyê di daxuyaniyê de îşaret pê kir ku koçberên ji Efrînê yên li Lubnanê bi hesreta vegera li warê xwe ne, lê ji ber binpêkirinên rojane nikarin vegerin.
Komeleyê di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku bi lez bikevin tevgerê, binpêkirinan rawestînin, hesab ji sûcdaran bipirsin, vegera bi rûmet û ewle ya koçberan hêsan bikin. Hate gotin “Efrîn wê erdekî sûriyeyî kurdî bimîne. Vîn û berxwedana şêniyên wê jî siyasetên dagirkirî û cudekariyê xurtir e.”


