Şervanên Yekineyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê dan zanîn ku bi saya şehîd û qehremanên berxwedaniya rizgarkirina Şengalê gihiştine van rojan.
Şervana YJŞ’ê Evîn Goyî diyar kir ku Tevgera Azadiyê wan ji fermanê parastin û ji DAIŞ’ê rizgarkir û got:
“12 siwarî hatin Şengalê û me parastin.
Em bi saya wan fedayiyan û bi hêza YBŞ û YJŞ’ê hatin parastin.
Wek hêza YJŞ’ê em şopdarên şehîdên berxwedaniya xaka Şengalê ne.”
“Divê ciwanên Êzidxanê têkoşîna xwe bêhtir belav bikin”
Şervanê YBŞ’ê Dilbirîn Sîba jî da zanîn ku divê ciwanên Êzidxanê têkoşînê hîn bêhtir nav civaka xwe de belav bikin û wiha got:
“Di sala 11’an a rizgarkirina Şengalê de hêza rêxistinbûna me hat avakirin.
Divê ciwanên Êzidxanê têkoşînê hîn bêhtir di nav civaka de belav bikin.
Em ê bi vî awayî bikarin nirxên xwe yên Êzdayetiyê ji fermanan biparêzin.”



