Hilbijartina giştî ya Iraqê îro destpêkir wê saat 6’ê êvarê bi dawî bibe.
Zêdetirî 20 milyon kesan beşdarî dengdanê dibin.
Her wiha gelek rayedarên hikumeta Iraqê li ser hilbijartinê nêrînên xwe dan.
Bi beşdariya zêdetirî 20 milyon kesan, proseya dengdana giştî ya gera şeşemîn ya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê destpê kir.
Biryare dengdana giştî di saet 18:00’dan de bidawî bibe.
Li gor daneyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê di dengdana giştî de 20 milyon û 63 hezar û 773 dengdder mafê dengdanê heye.
Zêdetirî 20 milyon kesan beşdarî dengdanê dibin
Her wiha Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê ji bo dengdana giştî 8 hezar û 703 navend û 39 hezar û 285 cih amade kiriye.
Wê proseya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê di bin ewlekariya hêzên ewlehiyê yên Iraqê de birêve biçe.
Serokwezîrê Iraqê Sudanî: Îro rojek dîrokî ye
Her wiha Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî danê sibehê li parêzgeha Bexdayê dengê xwe bikaranî.
Sudanî piştî dengdanê ji çapemeniyê re axivî.
Mihemed Şiya Sudanî ragihand ku vê boneya dîrokî û demokratîk li gelê Iraqê pîroz dikin û got:
“Îro rojek dîrokî ye. Ez pîrozbahiyê li gelê Iraqê dikim ku ji bo veguhestina aştiyane ya desthilatdariyê ji bo gel ku bikarin çarenûsa xwe diyar bikin gelek qurbanî dane.
Ev hilbijartin di dema xwe ya destûrî de tê lidarxistin.
Ev jî yek prensîba guhertina hêzê bi awayekî aştiyane di nav sîstemeke siyasî ya nû ya Iraqê de ji nû ve piştrast dike.”
Mihemed Şiya Sudanî da zanîn ku çavdêrên herêmî û navneteweyî ji bo wêneyek xweşik a demokrasiya gelê Iraqê li derveyî welêt ji bo vê pêvajoya dîrokî nîşan bidin, amadene.
Nûrî Malikî: Ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê beşdarî hilbijartinê bibin
Li gel vê yekê serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî têkildarî beşdarbûna welatiyan di proseya dengdanê ya hilbijartina Parlamentoya Iraqê de peyamek belav kir.
Nûrî Malikî destnîşan kir ku li bendê ne beşdariyek berfireh a welatiyan di pêvajoya dengdana hilbijartinên parlamentoya Iraqê de bê kirin û bang li hemû Iraqiyan kir ku beşdarî hilbijartinê bibin.
Malikî got:
“Gelê Iraqê û hêzên wan ên siyasî karîn bigihîjin vê roja mezin û hemû astengiyên ku li pêşiya me bûn ji bo lidarxistina hilbijartinan derbas kirin.
Lidarxistina hilbijartinan rojeke xweşe. Dema ku encam werin ragihandin, emê hîn kêfxweştir bibin.
Em zû hatin dengdanê da ku em bang li hemû zarokên gelê Iraqê bikin ku biçin hilbijartinê û dereng nemînin.”
Nûrî Malikî anî ziman ku ew hêvî dikin hemû hêzên siyasî û pêkhateyên gelê Iraqê ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê beşdarî hilbijartinan bibin.
Qeys xezelî: Di avakirina hikûmetê de, ti destwerdanek derve nayê qebûlkirin
Li aliyê din Sekreterê Giştî yê Esayîb Ehlî Heq Qeys Xezelî jî beşdarî hilbijartinê bû dengê xwe karanî.
Xezelî piştî dengê da di daxuyaniyek çapemeniyê de axivî û got:
“Ti destwerdan di hilbijartin û avakirina hikûmetê de nayê kirin. He wiha encamên hilbijartinê bi tu awayî nayên guhertin.
Hêzên siyasî, berî her tiştî, dê di çarçoveya hemahengiyê de bi berpirsiyarî tevbigerin û emê tu destwerdanek ji derve qebûl nekin.”
Qeys Xezelî diyar kir ku hêvîdarin bi qasî ku pêkan be piraniya dengdêran beşdarî vê hilbijartinê bibin û got:
“Ev roj ew roje ku pêşeroja Iraqê ji bo çar salên bê tê avakirin.”



