Zelenskî dibêje ji ber Rûsya di qada şer de bi ser neketiye êrişî binesaziya sivîl dike.
Her wiha Kremlîn jî got heya Rûsya negihêje armanca xwe yê destpêkê wê şer neqede.
Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy diyar kir ku Kremlin di qada şer de bi ser neketiye û ji ber vê yekê êrîşên li ser binesaziya Ukraynayê dike.
Zelenskiy got ku Pûtîn bi êrîşên hîbrîd hewl dide xeyala hêzê biafirîne û wiha got:
“Pûtîn di serkeftinên rastîn ên qada şer de ketiye tengasiyê. Rewş ji bo wî bêtir tengezar e.
Çima? Ji ber ku ji bo me zehmet e, lê em li malê ne û xwe diparêzin.
“Ji ber Putîn ketiye tengasiyê, êrişî binesaziya Ukraynayê dike”
Gel diparêze, artêş diparêze, hemû organên dewletê li hemberî van êrîşan xwe diparêzin. Û çîroka wî cuda ye.”
Ya yekem, civaka xwe bi rêya propagandayê ji bo vê armancê bi awayekî kûr amade kir.
Ya duyem, soz da, lê negihîşt wan, ji ber vê yekê divê hin serkeftinan nîşan bide.”
Zelenskî bal kişand ser ku êrîşên Rûsyayê yên li ser binesaziya enerjiyê û diyar kir ku ev yek hewldana telafîkirina têkçûnên leşkerî yên Pûtîn û afirandina aloziyê di nav Ukrayniyan de ye.
Zelenskî: Şerê ku Rûsya dimeşîne şerê hibrîd e
Zelenskî diyar kir ku şerê hîbrîd ê Kremlinê ne tenê bi Ukraynayê re sînordar e û wiha lê zêde kir:
“Ew dixwaze di nav civaka xwe de operasyonên serkeftî yên ku bikaribe bifroşe bibîne.
Ev dikarin êrîşek enerjiyê li hemberî me, êrîşek sîber li hemberî Almanyayê, Îngilîstanê, Fransayê an jî di hilbijartinên li dewletekê de êrîşek li ser hilbijartinekê, tercîhekê siyasî be.
Ev şerê hîbrîd e ku Ukrayna di Ewropayê de herî zêde bedel daye. Ji ber ku şerê fîzîkî li ser axa me ye.”
Kremlin: Şerê li dijî Ukraynayê dikare demeke dirêj bidome
Her wiha berdevkê Kremlinê Dmîtrî Peskov derbarê rewşa dawî yên şer de agahî parve kir.
Peskov diyar kir ku Kremlîn ji bo çareserkirina şer bi “rêyên siyasî û dîplomatîk” vekirî ye.
Di Hezîranê de, analîstên Enstîtuya Lêkolînên Şer dibêjin Rûsya hewl dide pêvajoya aştiyê asteng bike û şerê dirêj bike ji bo ku li qada şer destkeftiyên zêde bi dest bixe.
Her wiha analîstan anî ziman ku Peskov bawer dike ku heya Rûsya negihêje armancên xwe yên destpêkê wê şer neqede.
Sekreterê konseya ewlehiyê ya Rûsyayê sergey şoygu serdana Misrê kir
Li aliyê din ajansa nûçeyan a Rûsyayê Sputnik ragihand ku Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Sergey Şoygu ji bo hevdîtinên bi rêveberiyên siyasî û leşkerî yên payebilind re gihîştiye Misrê.
Ajansê diyar kir ku Şoygu wê di serdana xwe de bi Serokkomarê Misrê Ebdulfettah el-Sîsî, Wezîrê Derve Bedir Ebduletî û Wezîrê Parastinê Ebdulmecîd Sekr re bicive.
Di heman demê de, kanala televîzyonê ya Rûsî RT ragihand ku Şoygu wê li Misrê hevkariya dualî, bi taybetî têkiliyên leşkerî û teknîkî, û her wiha projeyên stratejîk di warên bazirganî, enerjî û ewlehiya xwarinê de nîqaş bike.



