Hikûmeta veguhêz a Sûriyê jinan ji navenda biryarê dûr xistiye û bi komkujiyan re rû bi rû dihêle.
Lewra rojane tûndiya li dijî jinê li herêmên hikûmeta veguhêz zêde bûye.
Taybet di dema dawî de li Humsê, bûyerên kuştin, tundî û revandina jinan her di rojevê de ye.
Rêjeyên sûc û tundiyê li herêmên Sûriyê yên di bin kontrola hikûmeta veguhêz de bi awayekî tirsnak zêde bûye.
Rojek derbas nabe bêyî ku çend bûyerên sûc û tundiyê pêk neyên ku hin ji wan di medyayê de têne eşkerakirin, hin jî nayên ragihandin.
Taybet ku bi hatina HTŞ’ê li ser desthilatê, mafê jinan hatiye binpêkirin û ji hemû warên jiyanê hatine dûrxistin.
Îro li Sûriyê bi rejîma ku anîne ser hukum ve siyaseteke rasterast ku jinê hedef digire û jinê bê îrade bihêle tê meşandin.
Em viya şênber jî di qanûnên ku tên derxistin ên li dijî îradeya jin, di siyasetê di qadên jiyanê ên din de rênedayîna jin, heta derketina jin a derve, cil û berg de zextên ku li ser tên de dibînin.
Zihniyeteke wisa tê meşandin ku çaxa navîn jî berz kiriye.
Li Siwêdayê û Perava Sûriyê jin rastî kuştin û revandinê hatin
Bizanebûn tên tirsandin da ku jin ji malê xwe dernekevin.
Hikûmeta veguhêz jinan ji navenda biryarê dûr xistiye. Jin bi komkujiyan re hatine hiştin.
Li Siwêdayê û Perava Sûriyê jin rastî kuştin, revandin û koçberkirinê hatin.
Ev sûc bi zanebûn hate kirin, jin jî wekî alavekî tirsandina civakê hatin bikaranîn.
Jinên Elewî û Durzî bi taybet ên ku hatin revandin di bajaran de hatin firotin.
Ev şerma hemû cîhanê, hemû mirovahiyêye.
Piştî HTŞ’ê bû desthilat li Humsê kuştina jinan zêde bû
Her wiha bi taybet di dema dawî de, li bajarê Humis û gundên wê bûyerên kuştin, tundî û revandina jinan zêde bûye.
Ji serê salê heta niha hezar û 118 mirov hatin kuştin, ku piraniya wan jin bûn.
Rewşa ewlehiyê ya li Humisê tevlîhev dibe, komên çekdar ên van kiryaran li dijî jinan pêk tînin zêde bûye.
Hêzên ewlehiyê ên hikûmeta veguhêz jî di parastina ewlehiya welatiyan û herêmê de bê tevger dimînin. Welatî ji vê yekê bi tirs û fikarin.
Jin di nava Rêveberiya Xweser de îradeya xwe diparêze
Jin di nava Rêveberiya Xweser de îradeya xwe diparêzin û di hemû aliyan de cihê xwe digirin.
Lewra em dibînin ku ji aliyekê ve rêveberiya xweser bi hemû hêza xwe ve û bi têkoşîneke mezin ve dixwaze jinê bi îrade bike, ji bo wê jî hewldan dike.
Ji milê din ve pergaleke ku ji hêla cîhadîstan ve tê meşandin ji bo ku jinê hîn zêdetir têxe bin erdê, ji civakbûyînê qut bike hewldan dike.
Tevî wê jî jinan doza rola xwe ya pêşeng di avakirina Sûriya nû de dike.



