Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku ew nizanin wê heta kengî agirbesta li Xezayê bidome û da zanîn ku Îsraîl dev ji veguherandina Şerîda Xezayê bo “herêma bêçek” bernade.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku “Ne pêkan e dev ji pêvajoya veguherandiya Xezayê bo herêma bêçek were berdan” û got, “Dê ev mijar di Kabîneya Ewlekariyê de were nîqaşkirin û em nizanin dê heta kengî agirbesta li Xezayê bidome.”
Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamir diyar kiribû ku pêwîst e “amadekarî ji bo veguhastina lez a êrişeke berfireh û kontrolkirina berfireh a piştî xeta zer li Xezayê were kirin” û destnîşan kir ku artêşa zêdetirî ji sedî 50 xaka Şerîda Xezayê kontrol dike.



