Xalîsa Çelebî di pêvajoya 30 salan de ji giya û pincaran dermanan çêdike û êşên nexweşan sivik dike.
Xalîsa Ehmed Çelebî ya 48 salî ji bajarê Hesekê ye, hîna dema ku 10 salî li ber destê jina bi navê Sultana fêrî karên Bijîşkiya Alternatîf bû, anku karê dermankirina bi giya û pincaran.
Xalîsa dibêje zanista dermankirina xwezayî zanisteke berfeh û kûr e.
Bi dermanên xwezayî nexweşiyên çerm, hestî, ûr û kolon, kezeb, serêş û hin nexweşiyên din derman dike.
Li gorî wê tevî ku pêşketina bijîşkiya nûjen jî lê hîna gelek kes berê xwe didin dermanên xwezayî.
Xalîsa diyar kir ku nexweş ji hemû bajarên nêzîk ji bo dermankirinê tên cem wê.



