Berhema “Sosyolojiya Azadiyê” ya Rêber Apo di navbera 13-15’ê Mijdarê de li gelek bajarên Arjantînê bi çalakiyan hate nasandin.
Her wiha beşdarên civînan daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.
Bernameyên çalakiyan ji aliyê Înîsiyatîfa “Azadî ji Abdullah Ocalan re “hate lidarxistin û gelên xwecihî û aktîvîstan eleqeyeke mezin nîşan dan.
Di çalakiyan de bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya ku di 2018 li Rojava şehîd bûbû û paradîgmaya Rêber Apo hate ragihandin.
Endama Femînîst a Abya Yala Claudia Korol jî beşdarî çalakiyan bû.
Claudia Korol diyar kir ku paradîgmaya Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinê re veguheriye veguherîneke civakî ya şênber.
Di civînan de li ser fikrên Rêber Apo û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd nîqaş hatin kirin.
Her wiha beşdarên civînan daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.



