Rûsya vê hefteyê gelek êriş li ser heremên Ukraynayê pêk anîn.
Êriş bi balafirên bê mirov, moşek û bombeyên hewayî pêk hatin.
Di êrişa doh de 3 kes mirine û herî kêm 18 kes birîndar bûbe.
Hêzên Rûsyayê tevahiya şevê li çend herêmên Ukraynayê êrîş kirin, binesaziya enerjiyê û wargehên sivîl kirin hedef.
Li herêmên Odesa, Sumy, Çernihiv, û Dnipro zirar û birîndarî çêbûn.
Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Odesayê, Oleh Kiper, ragihand ku dronên Rûsyayê li başûr jî binesaziya sivîl kirin hedef.
Oleh Kîper got:
“Tevî parastina hewayî ya çalak, binesaziya enerjiyê û santrala enerjiya rojê jî zirar dît. ”
Li gorî agahiyan, ji ber êrîşê li bajêr 3 kes mirin, 13 kes birîndar bûn, avahiyek baxçeyê zarokan û hin avahiyên apartmanan jî zirar dîtin.
Hêzên Rûsî binêsaziya enerjiyê hedef girtin
Servîsa Rewşa Awarte ya Ukraynayê ragihand ku di êrîşa li ser gundekî nêzîkî Sumy de xaniyên taybet û avahiyek zirar dîtine, û kesek birîndar bûye.
Agir hatiye kontrol kirin.
Waliyê Herêma Çernîgov Vyacheslav Chaus (viyaçeslav çaus) ragihand ku piştî êrîşa li ser santralên elektrîkê yên li Nezhin gelek wargeh bê elektrîk mane.
Xebata tamîrkirinê berdewam dike.
Her wiha hat ragihandin ku avahiyek îdarî û navendeke çandî li navçeyên Semenivka û Korop zirar dîtine.
Serokê Encumena Herêma Dnîpro Mykola Lukashuk (mîkola lukaşûk) ragihand ku zilamekî 51 salî di êrîşa dronê de li Pavlohrad birîndar bûye.
Li çend wargehan xanî, dibistanek, wesayît û binesaziyê zirar dîtine.
Hêza hewayî ya Ukraynayê: 139 ji 177 armancan hatine îmhakirin
Li gorî Hêza Hewayî ya Ukraynayê, Rûsyayê di şeva 15-16’ê Mijdarê de mûşekek balîstîk a Iskander-M û 176 dronên êrîşê bi kar anîne.
Daneyên destpêkê nîşan didin ku 139 dron hatine xistin, û 37 dron li 14 cihên cûda li hedefên wan xistine.
Li gorî agahiyan, parastina hewayî, yekîneyên şerê elektronîkî û tîmên agirkujiyê yên mobîl ji bo têkbirina êrîşê dixebitin.
Zelensky: Rûsya di hefteyekî de nêzîkî hezar dron û 36 moşek avêtin Ukraynayê
Li gel vê yekê derbarê êrişan de Serokkomarê Ukraynayê Volodymîr Zelensky daxuyaniyek da.
Zelenskî ragihand ku Rûsyayê di êrîşên li ser Ukraynayê yên hefteya borî de nêzîkî hezar dronên kamîkaze, 980 bombeyên hewayî yên rêberkirî û 36 cûreyên cûda yên mûşekan bikar aniye.
Zelenskiy diyar kir ku ji ber êrîşên dawî li herêmên Xarkiv, Odessa û Dnipro xebatên tamîrkirinê berdewam dikin û tîmên rizgarkirinê jî li herêmên Sumy û Çernihiv dixebitin.
Zelenskî wiha got:
“Şeva borî, Rûsyayê zêdetirî 170 dron avêtin nav Ukraynayê, ku herî kêm nîvê wan Şahed bûn.
Di nav hefteyê de, nêzîkî hezar dronên êrîşê, 980 bombeyên hewayî yên rêberkirî û 36 mûşek li dijî gelê Ukraynayê hatin bikar anîn.”
Me peymanên nû yên bihêz bi Ewropayê re amade kirine.
Em ê parastina xwe ya hewayî, berxwedan û dîplomasiya xwe hîn xurttir bikin.”



