Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê gereke meydanî li nava xalên leşkerî yên Dêra Zorê kir.
Di gera meydanî de Fermandar Ayid Turkî el-Xabîlû Endamê Meclisê Wedah Mişan amade bûn.
Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê li ser pabendbûna bi tedbîrên parastinê yên li herêmê, sekinî.
Her wiha Meclisê serdana Akademiya Şehîd Reyan Hejîn jî kir.
Li wir bi Fermandarên Akademiyê re civînek li dar xist.
Di civînê de li ser rêbaza perwerdeyê û girîngiya wê di zêdekirina şiyanên şervanan û rola wan di parastina herêmê hat sekinandin .



