Li bajarê Dêrikê şehîd Simko Dilpak hat bibîranîn, beşdarên merasîmê soza domandin rêya şehîdan dûbare kirin.
Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê , Simko Dilpak di 13’ê Mijdara 2024’an , di Qonaxa Duyemîn ya Berxwedana Serdemê de, şehîd bû.
Ji bo bîranîna şehîd şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa û Dêrikê li navenda ciwanan kom bûn.
Li wir, kesên axivîn tekoşeriya şehîdan bibîrxistin û gotin:
“Em deyîndarê şehîdane, divê em layîqê têkoşîna wan bin û xwedî lê derkevin.”



