Li Derbêsiyê ,Reqa û Dêrazorê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de, panel û semînerên cûda hatin lidarxistin.
Di panela ku li Dirbêsiyê hate lidarxistin nîqaş di derbarê binpêkirinên herî berbiçav li dijî jinan hatin kirin .
Tê de hate gotin , tundî berhema siyasetên mêtîngeriyê ye ku armanc jê lawazkirina rola jinan e.
Lewma divê jin ji bo şikandina van sînoran têkoşîna xwe xurtir bikin.
Li Dêra Zorê semînerek hat dayîn
Kombûna Jinan a Zenûbiya jî li Dêrazorê, der barê şêweyên tundiya li dijî jinan, semînerk hat dayîn.
Di semînerê de hate gotin:
Dûrxistina jinên Sûriyê ji pêvajoya siyasî tenê dê krîza Sûriyê kûrtir bike.
Divê mafê hemû jinan di nava sûriyê de were parastin.
Li Reqayê jî nivîsgeha jinan panelek li dar xist
Di heman demê de li Reqayê jî Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk panelek li dar xist.
Di panelê de nîqaş li ser xurtkirina rola jinan di jiyana siyasî û biryardanê de hate kirin û hate gotin:
“Jinên Sûriyê rastî awayên herî dijwar ên tundûtûjiya siyasî hatine.
Tevî van hemûyan, jinên Sûriyê qet nehatine şikandinan de.



