Kesên bi navê Ziyad Selam û Ebilminim El Qentar ên ji Siwêdayê ku li Derayê hatibûn revandin, vegeriyan malên xwe.
Ziyad û Ebilminim meha derbasbûyî dema ji Lubnanê vedigeriyan, li ser rêya Şamê û Bêrûtê winda bûbûn.
Her du kes piştî ewqas dem vegriyan malên xwe yên li Siwêdayê.
Hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ragihandin ku her du ciwan ji aliyê komeke çekdar a li Derayê ve hatibûn revendin .
Lê xizmên her du ciwanan hêzên hikûmeta veguhêz tewanbar kirin ku wan ew revandibûn.



