Bi dirûşmeya “Jîyanê Hilbijêre… Madeyên Hişyariyê Red Bike” li Holê semînerk hişyariyê hat lidarxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê , bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn semîner bi rêve birin .
Di semînerê de ji rêveberên Buroya Dijî Madeyên Hişbir Xidir El Casim, li ser xetereyên madeyên hişber axivî .
Bi gotina wî têkoşîna li dijî hişbirê ne tenê berpirsyariya saziyekê ye, lê berpirsyariya her kesî ye.
Ji bo parastina ciwanên me û siberoja civaka me divê her kes hişyar û tevkar be.”
Her wiha El Casim diyar kir ku divê her ciwanek ji aliyê xwe ve, mirovên van madeyan dibin bişopînin.
Di dawiya semînerê de, beşdaran pirs û nerînên xwe li ser awayên pêşîgirtina belavbûna madeyên hişbir, gotûbêj kirin.



