Li bajarê Himsê, Elewî di nava metirsiyeke mezin de ne.
Ev çend roj êrişên mezhebperst li dijî wan tên kirin û malwêraniyeke mezin li wan dibe.
Îro careke din Hikûmeta Veguhêz qedexeya derketina derve dirêj kir.
Rêveberiya Ewlekariya Hindirîn a Parêzgeha Himsê ragihand ku li çend taxên Himsê qedeya derketina derve dirêj dibe.
Li gor wê daxuyaniyê, qedexe li Ebasiyê, Ermen, Muhacirîn, Zehraa, Nizha, Ekrema, Nazihîn, Eşîra, Zêdel, Kerem Zyetûn, Kerem Loz, Hey El-Wirûd û Mesakin Şurta tê dirêjkirin.
Ji du rojan ve, piştî kuştina 2 hevjînan, êrişên dijwar li dijî elewiyan pêk tê û malwêraniyeke mezin li wan kirine.
Li gor Rêveberiya Tenduristiyê ya Hikûmeta Veguhêz li kêleka kuştina herdu kesan, 18 kes birîndar bûne.



