Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Thamine el-Kheetan (tamîn el-Kîtan) li Cenevreyê derbarê êrişên Îsraîlê li ser Lubnanê daxuyaniyek da.
Tamîn el-Kîtan daxuyand ku tevî agirbestê, êrişên Îsraîlê zêde bûne û ev yek bûye sedema mirina sivîlan, hilweşandina binesaziyê û metirsiyên giran ên êrişeke berfirehtir.
Tamîn el-Kîtan anî ziman ku di êrişên Îsraîlê li ser Lubnanê de herî kêm 127 sivîl mirine.
Li gorî analîza ACLED’ê ya ku daneyên li qadê dişopîne, di navbera 27’ê Mijdara 2024’an û 14’ê Mijdara 2025’an de li Lubnanê ji ber êrişên Îsraîlê 136 sivîl hatine kuştin.
El-Kîtan banga vekirina lêpirsînên bilez û bêalî ji bo hemû êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê kir.
Li gorî bîlançoya giştî ya ku Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê hefteya borî weşandibû, ji dema agirbesta 27’ê Mijdara 2024’an ve, di êrişên bejahî û hewayî yên artêşa Îsraîlê de herî kêm 331 kes mirine û 945 kes birîndar bûne.
Di vê daxuyaniyê de cudahî di navbera sivîl û çekdaran de nayê kirin.
Unifil: Hebûna hêzên Îsraîlê rê li ber bicihbûna artêşa Lubnanê li başûr digire
Berdevka rêxistina UNIFIL’ê Candice Ardiel (kandîs ardiyel) duh diyar kir ku hebûna hêzên Îsraîlê li başûrê Lubnanê “binpêkirinek cidî” ye ku rê li ber bicihbûna artêşa Lubnanê li herêmê digire.
Candice Ardiel di hevpeyvînek televîzyonê de got:
“Hebûna hêzên Îsraîlê li başûrê Lubnanê ji bo me û artêşa Lubnanê di warê azadiya tevger û manevrayê de astengiyek e.”
Ardiel أرديل hevkariya bi artêşa Lubnanî re wekî “her tim xurt û berdewam” bi nav kir û diyar kir ku ew hêz ji xetereyan haydar e û “em pabendî erk û peywirên ku ji me têne hêvîkirin in”.
Fermandarê Hêza UNIFIL’ê (yunîfîlê) teqez kir ku ji bo pêşketina di pêkanîna biryara 17-01 a Konseya Ewlekariyê de divê serwerî, yekparçeyiya xakê û yekîtîya Lubnanê bi tevahî were rêzgirtin.
Li ser platforma X’ê, Fermandarê Hêza UNIFIL’ê pabendbûna xwe ya piştgiriya artêşa Lubnanê teqez kir, û wan wekî “hevkarên di misogerkirina aramiya li başûrê Lubnanê de” bi nav kir.
Li gorî agahiyan Îsraîl kontrola çeperên xwe yên li başûrê Lubnanê diparêze û êrîşên xwe yên li ser rojhilat û başûrê welêt didomîne.



