Hikumeta veguhêz, nêzî 2 mehan ji girtina rêya Heleb-Dêr Hafirê, duh, çend saetan rê vekir da ku hejmareke erebe derbas bibin û biçin, lê vê sibehê dîsa rê girt û nehişt erebe derbas bibin.
Hêzên hikumeta veguhêz ji 27’ê Îlonê de rêya Dêr Hafir-Helebê girtiye, bi wê re tevgera çûn û hatinê bi giştî hat sekinandin û barek mezin li ser şêniyan çêkir.
Ji nêzî 2 mehan ve rê hatiye girtin, li beramber wê yekê aliyên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyê tu sedemên girtina rê heta niha zelal nekirine.



