MSD’ê kiryarên li dijî xwepêşandanên li herêmên peravê û hundirê Sûriyê şermezar kirin û banga parastina welatiyan û rêzgirtina li mafên wan kir.
MSD’ê banga destpêkirina diyalogeke nîştimanî kir
Meclisa Sûriya Demokratîk îro derbarê buyerên li beravê daxuyanî da û destnîşan kir ku xwepêşandana aştiyane mafê rewa yê tevahî gelê Sûriyê ye.
Her wiha diyar kir ku li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya 6’ê Mijdara 2025’an divê pêvajoya veguhêz a demkî bi beşdariya hemû pêkhateyan bi pêş bikeve.
Ji bo parastina welatiyan û mafên wan ên rewa û sereke jî, saziyên dewletê berpirs in.
Dawiyê de, MSD’ê banga destpêkirina diyalogeke nîştimanî kir û piştgirî da şêniyên ku bi rêbazên aştiyane daxwaza mafên xwe dikin.



