Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên Kantona Reqayê sersaxî da malbata şehîdê QSD’ê Ezîz Şêx Elî û soza şopandina rêya şehîdan dubare kirin.
Şehîd Ezîz di 19’ê vê mehê de di dema pêkanîna erka xwe de li bajarê Hesekê şehîd bûbû.
Konê Sersaxiyê li taxa Ekrad ya li Kantonê hat vedan
Şêniyan li bin konê sersaxiyê dan zanîn ku dê heta dawiyê li ser rêça şehîdan bin.



