Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya fermandar Bawer Zîlan û 4 şehîdên din yên ku di sala 2020’an de li herêmên cûda şehîd bûne, eşkere kir.
Her wiha HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza domandina têkoşîna hevreyên xwe da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya fermandar Bawer Zîlan û 4 şehîdên din eşkere kir.
HPG’ê da zanîn ku hevreyên wan Bawer, Avaşîn, Axîn, Harun û Egîd di sala 2020’an de li herêmên cûda şehîd bûne û got:
“Ewladên bijarte yên gelê me hevrêyên me Bawer, Avaşîn, Axîn, Harun û Egîd tevlî nava refên partiya me PKK’ê bûn ku siyaseta înkar û îmhayê parçe kir, rastiya Kurdê azad car din zindî kir,rakir serhildanê û hebûna wê teqez kir.
Dizanîn ku tevlîbûna PKK’ê mîna agir dişewitîne, lê ewqasê jî jiyaneke bi rûmet û şeref e û bi vî rengî bûn rêwiyên vê rêyê.
Tevlî Tevgera Apoyî ya bi pêşengiya Rêber Apo bûn û têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê me bilind kirin.
Bi rengekî bêteredut li dijî her cure êrîşê rabûn, her tim û li her derê bi îradeyeke xurt şer kirin.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her kêliya xwe fedayê têkoşînê kirin.
Di şert û mercên herî zehmet de bi cesareteke mezin li dijî êrîşên dijmin rabûn û mîtayeke berxwedanê ya mezin ji me re hiştin.”
Di dawiyê de HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahî gelê Kurdistan yên welatparêz re xwest û soza domandina têkoşîna hevreyên xwe da.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahiyên derbarê nasnameya şehîdan wiha ne:

Nasnav: Bawer Zîlan
Nav û Paşnav: Celal Avci
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Navê Dayik-Bav: Kîbar-Elî
Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Gulana 2020’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Avaşîn Întikam
Nav û Paşnav: Zeynep Ersonmez
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik-Bav: Gulperî-Kudbettîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Gulana 2020’an / Avaşîn

Nasnav: Axîn Botan
Nav û Paşnav: Suheyla Baytekîn
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik-Bav: Fadîle-Cangir
Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Gulana 2020’an / Avaşîn

Nasnav: Harun Gever
Nav û Paşnav: Ihsan Geylan
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik-Bav: Atiye-Fettah
Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Gulana 2020’an / Xakurkê

Nasnav: Egîd Şoreş
Nav û Paşnav: Celîl Gencezade
Cihê Jidayikbûnê: Sine
Navê Dayik-Bav: Kubra-Abdulmuhammed
Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Gulana 2020’an / Xakurkê



