Koordînasyona Kongra Star şehîd Şîlan Kobanê û hevrêyên wê bi bîr anîn.
Kongra Star anî ziman ku Şoreşa Rojava li ser keda hevrê Şîlan ku kêlî bi kêlî hatiye hûnandin hatiye avakirin û got:
”Bi têkoşîna van Şehîd Şîlan û hevrêyên wê îradeya azad bi serket û dîktatorî têk çû”.
Endama Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şîlan Kobanê û hevrêyên wê di 29’ê Mijdara 2004’an bi komployekê hevbeş a rejîma Baasê û dewleta Tirk a dagirker li bajarê Mûsilê yê Iraqê hatin şehîdxisitin.
Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera şehadeta Şîlan Kobanê û hevrêyên wê daxuyaniyek da.
”Şehîd Şîlan hîmê şoreşê ava kir”
Kongra Star şehîd Şîlan bi bîr anî û da zanîn ku şehîd Şîlan ji Helebê heta Şamê keda ku dayî îro ji wan re hîmê şoreşê ava kiriye û got:
Şoreşa Rojava li ser keda hevrê Şîlan ku kêlî bi kêlî hatiye hûnandin hatiye avakirin.
Hevrê Şîlan hîn di temenê xwe ê biçûk de eleqeyek ji bo fikrên Rêber Apo pêşxistibû.
Di vê çerçoveyê de li Efrîn û Helebê di nava xwendekaran de xebatên şoreşê dimeşîne.
”Bi têkoşîna şehîd Şîlan îradeya azad bi serket û dîktatorî têk çû”
Kongra Star di daxuyaniyê de destnîşan kir ku sala 2004’an dema ku ji bo kar û xebatên PYD’ê pêş bixînin tevî çar hevrêyên xwe berê xwe didin qada Rojava û wiha domand:
Şehîd Şîlan di encama komployekê ku ji aliyê rejîma Baas ve hatî kirin ve li ser sînorê Rojava û Iraqê tên şehîdxistin.
Lê belê dîmenê îro derketî holê nîşan dide ku bi hezaran Şîlan, Fuad, Ciwan, Zekeriya, Cemil mezin bûne lê navên rejîma Baas li holê nemaye anku bi têkoşîna van hevrêyan me îradeya azad bi serket û dîktatorî têk çû.
Rola van hevrêyên me di gehandina lûtkeya têkoşînê de tu caran nayê jibîrkirin.
Her yek ji wan di demên herî krîtîk de kar û xebatên meşandin û hiştin ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn mezintir bibe û wê bibe nimunyeke dîrokî.
Em ê ji bo ku layiqê têkoşîna wan bibin bi tevahî hêza xwe Şoreşa Rojava mezintir û xurttir bikin.



