Piştî hedefgirtina Beyt Cinn liv û tevgera Îsraîlê li başûrê Sûriyê zêde bûye.
Tevgera wê ya bejayî û hewayî li gundewarê Quneytra, balafirên wê yên bêmirov li ser Şamê û Derayê didomin.
Her wiha li nêzî xeta herêma bêçek û çiyayê El Şêx jî sewqiyatên leşkerî çêbûn.
Li gorî agahiyan doh bi şev dewriyeke Îsraîlê ji baregeha Til Ehmer ket gundê El Eşe û El Esbeh yên gundewarê Quneytrayê.
Hat diyarkirin ku balafirên bê mirov yên Îsraîlê heta vê sibehê li ser herêmên Şamê, gundewarên Derayê û Quneytrayê bû.
Di vê çarçoveyê de, Saziya Weşanê ya Îsraîlê ragihand :
Hejmarek ji êrîşkarên li hundirê Sûriyê ji bo Îstîxbarata Giştî ya hikûmeta veguhêz a Sûriyê dixebitin.
Êrişkarên di hundirê Sûriyê de endamên îstixbarata giştî ya hikumeta veguhêz a Sûriyê ne.
Kanala 13 ya Îsraîlê jî da zanîn ku piştî operasyona Beyt Cinn artêşê nîqaş dike ku ew ê binçavkirinê kêm bike.



