2.Konferansa Şaredariyên Gel ên Şengalê bi beşdariya 300 mêvan û delegeyan û bi dirûşma ”Emê ava xwe, axa xwe û jiyana xwe komînal bikin’ hate lidarxistin.
Di konferansê de perspektîfa ji nû ve avabûna şaredariyan hate nîqaşkirin û ji bo avakirina komînan plansazî hate derxistin.
Şaredariya Gel a Şengalê îro konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.
Konferans bi dirûşmeya ‘Emê bi şaredariyên gel ava xwe, axa xwe û jiyana xwe komînal bikin’, bi beşdariya 300 delege û mêvanan hate lidarxistin.
Hevseroka Şaredariya Bînarê Qendîlê Dr. Dilşêr Îbrahîm û Hevseroka Şaredariya Mexmûrê Fatma Bîlen jî di nav de, ji Qendîl û Mexmûrê 2 şande di konferansê de amade bûn.
Şaredariyên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ku ji ber pirsgirêkên rê nekarîn xwe bigihînin Şengalê, bi dîmen peyamên xwe gîhandin konferansê.
Rojeva esasî ya konferansê, ji nû avakirina xebatan ya li ser bingeha komînan bû.
“Em ê ava xwe, axa xwe û gelê xwe biparêzin”
Berdevkê Şaredariyên Gel ên Şengalê Xwedêda Ilyas axatina vekirinê ya konferansê kir û got,
“Armanca me ji vê konferansê ew e ku em karibin perspektîfeke nû ji bo xebatên şaredariyan ava bikin.
Em dixwazin axa xwe, ava xwe û gelê xwe biparêzin. 10 salin em vê xebatê dimeşînin lê em dixwazin kar û xebatên xwe berfirehtir bikin.”
“Em ê şaredariyan li ser bingeha komînan ji nûve ava bikin”
Cîgirê Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demoakratîk a Şengalê Hisên Sedo jî diyar kir ew ê şaredariyên xwe li ser bingeha komînan ji nû ve ava bikin û got,
“Li Şengalê em ê her tiştê xwe li ser komînan ava bikin û bi avakirina komînan dest bi hemû xebatên xwe bikin.”
“Di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de lidarxistina konferansê girîng e”
Endama Koordînasyona TAJÊ Ferîde Şengalî jî bal kişand ser pêngava Aşitî û Civaka demoakratîk a Rêber Apo û got,
“Di pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin de, lidarxistina vê konferansê gelekî girînge. Rêber Apo herî zêde girîngî dide komînan, pêwîste em jî xebatên xwe li ser vê bingehê bimeşînin.
Bi keda şaredariyên gel ên Şengalê gelek kar û xebat hatine meşandin.”
Şandeyên ku ji Qendîlê û Wargeha Mexmûrê jî ku beşdarî konferansê bûn peyamên xwe parvekirin.
Piştî axaftinan peyama Rêber Apo ya ji bo gelê Ereb hate xwendin.
Her wiha sînevîsyonek li ser xebatên 10 salan yên şaredariyên gel hate nîşandan.
Di konferansê de xebatên şaredariyên gel ên 10 salan hatin nirxandin û ji bo ji nû ve avabûna şaredariyên gel, perspektif û plansaziyeke nû hate derxistin.



