Zêdeyî 30 wekîlên Ewropî yên ji partiya Çep, Kesk û Sosyal Demokrat ên Parlamentoya Ewropayê,pêşnûmeyek pêşkêşî Nûnerê Bilind yê Yekîtiya Ewrpayê kirin.
Wekîlan gavên pêwîst ên ku divê Yekîtiya Ewropa piştî fesixkirina PKK’ê biavêjin, pirs kirin.
Ji bo Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Ewlekarî û Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell bersiva wê bide, pêşnûme pirs di 21’ê Mijdara 2025’an bi rengekî fermî radestî Parlamentê hate kirin.
Parlamenteran diyar kirin ku biryara PKK’ê ya ji bo danîna çekan ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bi erênî hate pêşwazîkirin, lê belê ji bo pêşîvekirina li aştî û çareseriyê divê gavên hîn şênber bêne avêtin.
Parlamenteran mînak nîşan dan ku Konseya Ewropayê di sala 2017’an de li Kolombiyayê piştî ku FARC’ê çek danî rêxistin ji ‘lîsteya terorê’ derxist û ji Yekîtiya Ewropayê xwestin, ku pêvajoyeke bi heman rengî wê ji bo PKK’ê jî bê bikaranîn an na.
Di pêşnûmeyê de ji Borrell hate xwestin ku bersivê bide, bê wê kengî pêvajoyeke weke ya FARC’ê ji bo PKK’ê bide destpêkirin ku ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê dexîne.


