Îro balafirên Îsraîlê careke din êriş birin ser herêmên cuda yên li Şerîda Xezeyê.
Hate ragihandin ku hejmara qurbaniyên Fîlîstînî yên van êrişan 70 hezar derbas kiriye.
Hate ragihandin serê vê sibê kampa penaberan a El Bureyc û bajarê Refahê bûn armanca êrişên balafiran.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku çar mêr ên endamê Hamasê ku îdîa kir ji tunelê ya li Refahê derketin, hatin kuştin.
Li aliyê din, roja Şemiyê li bajarokê Beni Suheyle yê li rojhilatê Xan Yûnûsê di êrişa drona Îsraîlê de du kesan jiyana xwe ji dest dan, pênc jî birîndar bûn.
Hate diyarkirin li nêzî Dibistana El Barabi bombebaran hatiye kirin û di encamê de du kesên ku hat gotin birayê hev bûn, hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê heta niha bi giştî 70 hezar û 100 kesî di êrişan de jiyana xwe ji dest dan.
Di dema agirbestê de ku 10’ê Cotmehê kete meriyetê, 354 kes hatin kuştin.



