Fermandariya Navendî ya DYA’yê ragihand ku wê di navbera 24-27’ê Mijdarê de li başûrê Sûriyeyê depoyên çekan ên DAIŞ’ê rûxandine.
Fermandariya Navendî ya DYA’yê duh (30 Mijdar 2025) bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li başûrê Sûriyeyê depoyên çekan ên çeteyên DAIŞ’ê rûxandine.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku fermandariyê bi tevkariya şirîkên xwe yên li Sûriyeyê di navbera 24-27’ê Mijdarê de operasyonên hewayî û bejahî pêk anîn.
Di encamê de 15 cih hatin rûxandin.
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di operasyona hevbeş de zêdetirî 130 guleyên mortar û roket, her wiha tifingên êrişê, obîs, mayînên li dijî tankan û madeyên çêkirina teqemeniyên destçêkirî hatine rûxandin.
Fermandariyê diyar kir ku armanc ji êrişan sînordarkirina şiyana DAIŞ’ê ya ji bo ji nû ve komkirin an pêkanîna êrişên potansiyel ên li herêmê ye û daxuyand ku DAIŞ hîn jî gefê li ewlehiyê dixwe.



