Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku di hefteya borî de zêdetirî 40 çekdarên filistînî di tunelên li Refehê de kuştine.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku 40 çekdar di operasyona wê de ku nêzî 40 roj e dewam dike, hatine kuştin.
Artêşê got, Armanca operasyonê jihevbirina tunelan û kuştina çekdaran e ku xwe tê de asê veşartiye.
Çavkaniyên filistînî jî ragihand ku dan û standinan têkildarî 80-100 çekdarên Hemasê yên ku ji hefteyekê ve di tunelan de asê mane dewam dikin.
Hemasê diyar kir ku Îsraîl bi tesfiyekirin û girtina çekdarên dorpêçkirî sûcekî hovane dike.
Ev kiryar wek “binpêkirina peymana agirbestê” ku di 10’ê Cotmehê de di bin zexta DYA’ym de ket meriyetê, bi nav kir.
Hemasê bang li navbeynkaran kir ku bi lezgînî mudaxele bikin da ku derbasbûna ewle ya çekdarên xwe û vegera wan bo malên xwe mîsoger bikin.



