Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku girtiyê siyasî yê Kurd Nadir Cameşûranî li girtîgeha Kirmanşan bi şêweyek guman jiyana xwe ji dest da.
Nadir Cameşûranî yê ji bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê, 20 sal bûn di girtîgehê de bû.
Hate diyarkirin ku Tiba Edlî ji malbata wî re ragehandiye ku Nadir di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest daye ,lê malbatê ev îdia redkirin û gotin ku guman li ser sedema mirina kurê wan heye.
Tora Mafê Mirovan ragihand ku Nadir Cameşûranî di çend salên borî de çend caran ji aliyê hêzên girtîgehê ve hatiye êşkencekirin û heta di encama êşkenceyê de çend caran birîndar bûye û neşandine nexweşxaneyê.



