Koçberiya bi darê zorê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li ser gelê Efrînê şopên kûr hiştiye.
Kongra Star a Helebê û koçberên Efrînê ên li Kobanê bi boneya salvegera 1’emîn a koçberkirina şêniyên Efrîn-Şehbayê banga edaletê û bi dawîkirina dagirkeriyê kirin.
Di daxuyaniyan de koçberan, dan zanîn ku ev salveger ne tenê dîrokek e, birînek eşkere di bîra nifşan de ye.
Koçberên Efrîn û Şehbayê bal kişan din ser peymana 10’ê Adarê û gotin;
“Di nav van dijwarîyan de, Peymana 10’ê Adarê ji bo Sûriyên koçber hêviyek dimîne ku bi ewlehî vegerin malên xwe.
Lê belê, ev peyman tenê li ser kaxezê dimîne.”
Herî dawî koçberan bang li Civaka Navnetewî kir ku erkê xwe bi cih bînin û vegera wam ya bi ewle misoger bikin.



