Hêzên Piştevaniya Lezgîn piştî têkbirina êrişa artêşa Sûdanê, bajarê Babnusa yê li başûrê Sûdanê xist bin kontrola xwe.
Hêzên Piştevaniya Lezgîn kontrolkirina xwe li ser bajarê Babnusa ku li ser xaçerêyeke sereke ya li eyaleta Kordofana Rojava a Sûdanê ragihand.
Hêzên Piştevaniya Lezgîn derbarê mijarê de wiha got:
“Rizgarkirina bajar piştî bersivandina êrişa artêşa Sûdanê pêk hat.”
Her wiha daxuyand ku artêş bi vê êrişê peymana agirbesta mirovî binpê kir.
Hêzên Piştvaniya Lezgîn destnîşan kir ku Babnusa xeta dawîn a şerê ji Nîsana 2023’yan ve ye.



