Li bajarê Reqayê Mîhrîcana Helbestên Gelêrî, bi stranan û xelatkirina hejmarek helbestvanan bi dawî bû.
Mîhrîcan bi dirûşma “Reseniya Cizîrê li ser qeraxên Firatê” li navenda Desteya Çandê ya Reqayê pêk hat.
Ev mîhrîcana yekem e li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tê lidarxistin e.
Çalakiyên roja 2’an bi beşdariya helbestvanên ji Reqa, Hesekê û Dêrazorê dest pê kir.
Nûnerên ji saziyên sivîl û hezkiryên wêjeyê amade bûn.
Di çalakiyê de helbestvanên beşdar helbestên xwe xwendin û hunermend Telal El Elî stran gotin.
Her wekî senevîzyonek jî ji bo bîranîna helbestvanê gelêrî yê Firatê Mehmûd El Zixêre hat pêşkêşkirin.
Mîhrîcana bi xelatkirina helbestvanên beşdar bi dawî bû.



