Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Şahîn eşkere kir.
QSD’ê diyar kir ku şervanê wan di encama krîza dile de, dema li ser erka xwe bû gihaşt asta şehadetê.
Navendê daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd re xwes û got:
“Em şopdarê rêça ku şervanên me di oxira wê de şehîd bûne bin û em ê armancên wan pêk bînin.”
Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Şahîn
Nav û paşnav: Ziwêd Xelef Ehmed
Navê dayikê: Emşe El Elî
Navê bav: Elî
Cihê jidayikbûnê: Hesekê-Ecace
Cih û dîroka şehadetê: Riwêşid-Nexweşxaneya Meamil-krîza dil-01ˊê Kanûna 2025ˊan.



