Di meha Mijdarê de çeteyên DAIŞ`ê 22 caran êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Di encama de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû û şervanekî QSD’ê û sivîlek birîndar bûn.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meha Mijarê de êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê zêde bûn.
Di 2’ê Mijdarê de çeteyên DAIŞ`ê bi çekên navîn êrişî xaleke kontrolê ya QSD’ê li bajarokê Ebû Hemam yê gundewarên Dêrazorê kir.
Di encama êrişê de pevçûn çêbûn, tu ziyan çênebûn.
Di 3’ê Mijdarê de jî , çeteyên DAIŞ`ê bi motorsîkletê êrişî mala rêveberê veguhastinê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Dêrazorê kir.
Di 4`ê Mijdarê de jî çeteyên DAIŞ’ê êrişî xaleke leşkerî ya QSD`ê li bajarokê Zîban yê Dêrazorê kir.
Li wir şer derket, lê der barê qurbaniyan de tu agahî nehatin dayîn.
Di 5’ê Mijdarê de, çeteyên DAIŞ’ê êrişî mal û dikanên bazirganekî kir, li wir şer derket û bi tenê zirarên madî çêbûn.
Di 7’ê Mijdarê de, çeteyên DAIŞ’ê êrişî tankereke petrolê ya li Dêrazorê kir, tu ziyan çênebûn.
Di 8’ê Mijdarê de, çeteyên DAIŞ’ê teqemeniyek li ser rêya Dêrazorê di dema derbasbûna dewriyeyeke QSD`ê de teqandin, tu ziyana çênebûn.
Di 13’ê Mijdarê de, çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê El Tekîhî yê Dêrazorê, êrişî tankereke petrolê kir, di encamê de ziyanên madî çêbû.
Di heman rojê de, çeteyên DAIŞ’ê li derdora bajarê El Şihêl li gundewarên rojhilatê Dêrazorê tankereke din hedef girt.
Di encamê de ajokar birîndar bû û ziyana madî çêbû.
Her wiha, şaneyeke DAIŞ’ê ji herêmên hikumeta veguhêz derbasî bajarokê Ebû Hemamê bû û êrişî xaleke kontrolê ya QSD’ê kir.
QSD`ê bersiv da û êrişkar paşde vekişiyan.
Di 16’ê Mijdarê de, çeteyên DAIŞ`ê êrişî hevşaredarê Baxozê Ehmed El Tuma kir.
Di heman rojê de, çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya Dêrazorê, êrişî endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û di encamê de şehîd bû.
Çeteyên DAIŞ`ê bi çekan êriş bir ser navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarokê Zîban ê li rojhilatê Dêrazorê.
Di 18’ê Mijdarê de, çeteyên DAIŞ`ê xaleke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarokê El Bisêra yê gundewarê Dêrazorê gulebaran kir.
Di 19’ê Mijdarê de, çeteyên DAIŞ’ê li çarxerêya Helebiyê li gundewarên Dêrazorê, otomobîlek ku ciwan tê de bûn, gulebaran kir.
Di heman rojê de, çeteyên DAIŞ’ê çeperên hêzên hikumeta veguhêz ya Sûriyê li derdora gundê Xanim El Elî bi kar anîn û bi 2 dronan çeperên QSD`ê hedef girtin.
Di encamê de diron ji aliyê QSD’ê ve hatin xistin.
Di 20’ê Mijdarê de, çeteyên DAIŞ’ê bi çekan çeperekî QSD’ê li bajarokê Zîbanê yê li rojhilatê Dêrazorê hedef girtin.
Di 21’ê Mijdarê de, çeteyên DAIŞ’ê bi bombeyeke destan çeperekî QSD’ê li bajarokê Zîbanê yê Dêrazorê hedef girtin.
Di encamê de pevçûn çêbûn, tu ziyanê çênebûn.
Di heman rojê de, çeteyên DAIŞ’ê bi çekan xaleke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Ebreyhayê hedef girtin, di encamê de pevçûn derket, tu ziyan çênebûn.
Di 21’ê Mijdarê de, çeteyên DAIŞ’ê êrişî cihekî QSD’ê kir.
Piştre li derdora bajarê Sûse yê li rojhilatê Dêrazorê pevçûn çêbûn.
Di 24’ê Mijdarê de, çeteyên DAIŞ’ê wesayîtek QSD’ê li bajarokê Cedîdet Igêdar yê Dêrazorê kir hedef û şervanekî QSD’ê birîndar kir.
Di heman rojê de, çeteyên DAIŞ’ê bi çekan wesayîtek QSD’ê dema ku ber bi zeviya petrolê ya El Cefra ve diçû kirin hedef.
Di 28’ê Mijdarê de, çeteyên DAIŞ’ê roketek avêt wesayîteke QSD’ê li bajarokê Mehmîdayê li gundewarên rojavayê Dêrazorê.
Piştî êrişê şer derket, tu ziyan çênebûn.



