Siyasetmedarên herêmê destnîşan kirin ku hikumeta veguhêz pêkanîna peymana 10`ê Adarê, ji ber zextên derve û tirsa pêkanîna nenavendîbûnê dereng dixe. Siyasetmedaran diyar kir ku peyman derfeteke mezin e ji bo çareseriyeke siyasî ya berfireh li Sûriyeyê.
Siyasetmedar û çalakvanên civakî yên herêmê der barê Peymana 10’ê Adarê û sedemên drengxistina pêkanîna wê axivîn.
Di vê çarçoveyê de endama nivîsgeha têkiliyan a Partiya Demokrat a Kesk, Şêrîn Ebas axivî û ev tişt anî ziman:
“Hikûmeta veguhêz ji bo ku xwe ji civaka navneteweyî re îspat bike hewl dide peymanê rawestîne.
Her wiha dixwaze demê qezenc bike da ku naveroka şoreşê têk bibe, ev jî sedema duyemîne ku ji bo wê hewl dide peymanê rawestîne.
Nûnerê eşîra El Sada El Şêxan Fehed El Şêxan jî derbarê mijarê de axivî.
Fehed El Şêxan diyar kir ku Peymana 10`ê Adarê ji bo welat derfetek girîng e ku ber bi qonaxek erênî ve biçe.
”Lê mixabin, hikûmeta veguhêz ji ber sedemên navxweyî û derve, bi taybet ji ber destwerdana derve, pêkanîna wê dereng dixe.”
El Şêxan hikumeta veguhêz a niha li ser desthilatê şibihand bi rêjîma Bass û wiha axaftina xwe domand:
”Desthilatdariya hikumeta veguhêz pir dişibiha ya Bass ku dixwaze bi desthilata navendî hemû hêz û rêveberiyan bixe bin kontrola xwe.”
Endama Meclisa Civakî ya Ermenî Sîvan Îbo îşaret pê kir ”Peymana 10`ê Adarê “rasterast bandorê li ser pêvajoya diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta veguhêz de dike.
Her wiha destnîşan kir ku piştî peymanê, wan dît hikumeta veguhêz ji peymanê direve, ji ber ku ew ji daxwazên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ditirse. ”
Sîvan Îbo di dawiyê de anî ziman ”Tirsa hikumetê ji wê yekî ye ku desthilatdariya xwe ya navendî winda bike, beramber pergala ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatiye pêşnyarkirin ku ew pergal, ji bo tevahiya Sûriyeyê pêşketineke demokratîk e.”



