Desteya Enerjiyê ya kantona Tebqayê li bajarê Meskenê û gundewarê rojavayê kantonê xebatên xizmetguzarî dan destpêkirin.
Hevserokê Desteyê Macid El Ebdo derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku wan ji bo başkirina rewşa kehrebê û enerjiyê dest bi xebatê kirine.
El Ebdo destnîşan kir ku di nava xebatan de, jinûve sererastkirina stasyona kehrebê ya sereke jî heye û got:
”Ev stasyon bi stasyona Fransî ya ku kehrebê dide Meskenê, gundewarê wê û gundewarê El Dibsî tê nasîn.
Ji 5 mehan ve stasyon ji xizmetê derketiye û me bi stasyoneke din ku kapasîteya wê 10 mega wat e guherî.
Stasyon, kehrebeyê dide stasyona avê ya Xefse ku ew jî xebatên ava vexwarinê û avdana çandiniyê ji Tebqa û Helebê re dabîn dike.
Li gorî desteyê, wê 28 transformên kehrebê li bajar û bajarokên Meskenê, El Dibsî, Dêr Hafir jî siwar bikin.
Macid El Ebdo di dawiyê de got: “Ger tu astengî li pêş komên pîşeyî dernekevin, pêşbîn e beriya dawiya salê xebat bi dawî bibin.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku bajarê Meskenê li ser keviyên çemê Firatê ye.
Sermijariya bajêr nêzî 2 hezar û 500 kes e, 30 hezar kes jî li 75 gundan e, di wan gundan de 86 komîn hene.



