Şêniyên Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Ziweyid Xelef El Ehmed bi merasîmekê spart axê.
Nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên bajêr û bi dehan şênî tev li merasîmê bûn ku li Goristana Şehîdan a Şedadê hate lidarxistin.
Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre merasîmeke leşkerî ji hêla şervanên QSD’ê ve hate lidarxistin.
Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr Mihemed El Xilêf axivî û got: “Em ji ber şehadeta kurê wan ê mêrxas, sersaxiyê ji malbata şehîd Ziweyid re dixwazin. Şehîd ronahiya jiyanê, bingeha berxwedanê û rêya serkeftinê ne. Eger xwîna wan nebûya, em ê negihîştibana vê asta ku em îro gihaştinê.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ehmed El Idêb jî got: “Em ji ber şehadeta hevalekî ku jiyana xwe ji bo welat feda kir, sersaxiyê ji xwe, ji malbata şehîd û ji hêzên leşkerî re dixwazin. Şehîd avakerên rûmeta neteweyan in. Şehîd jiyana xwe dide da ku em bi azadî û bi rûmet bijîn.”
Di dawiya merasîmê de belgenameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşm û tilîliyên dayikan spartin axê.



