Sefîrê Tirkiyeyê û nûnerê taybet ê Sûrî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Tom Barrack li ber Patrîkxaneya Rûm a li Stenbolê roportajek da rojnamevanekî Yewnan û li ser mijara Qibrisê axivî.
Tom Barrack got; “Heta ku Qibris nebe li Rojhilatê Deryaspî îstîqrareke mayinde ava nabe.”
Barrack pirsgirêka Qibrisê wekî “kiwînerekê ku di laşekî sax de derketiye û mifteya herêmê bi nav kir.
Barrack diyar kir ku ew nikarin parçebûna li giravê pişguh bikin û di vê mijarê de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dikare bibe pirek.
Barrack got wê di navbera Yewnanîstan û Tirkiye de pêşketineke aborî ya bi heybet çêbibe, lê pirsgirêka esasî rageşiya li ser Qibrisê ye.
Tom Barrack da xuyakirin ku bi çareserkirina pirsgirêka Qibrisê wê pergaleke herêmî ya li ser esasê firehiyêku ji Hezarê heta bi Deryaspî tê bê avakirin.
Bi gotina wî,her planeke berfireh wê îstîqrarê bîne Rojhilatê Deryaspî divê Qibrisê jî bigire nava xwe.
Barrack da zanîn ku Sefîrê nû yê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê li Atînayê û Serokê welêt Donald Trump têkildarî rola Amerîka ya li herêmê gotûbêj kirine.
Dewleta Tirk ji sala 1974’an ve beşeke Qibrisê dagir kiriye û ji ber vê li giravê bi rengekî defakto rêveberiyeke duyemîn ava kiriye.



