Rojnameya Waqî ya fermî ya Iraqê di hejmara xwe ya nû de ragihand ku Iraqê her du komên çekdar Hûsiyên Yemenê û Hizbûllaha Lubnanê xistiye lîsteya ‘terorê’.
Li gorî di rojnameyê de hatî belavkirin, li ser bingeha biryarên Komîteya Astengkirina Pereyên Terorê ya di Sekreteriya Giştî ya Encumena Wezîran de,
Hûsiyên Yemenê û Hizbûllaha Lubnanê wek rêxistina ‘terorî’ hatiye destnîşankirin.
Her wiha rojnameykê da zanîn ku navê Serokê HTŞ’ê Ebû Mihemed Colanî bi Ehmed Şera hatiye guherandin.
Ev rêkar piştî pêngava hikûmeta ya ji bo nûkirina lîsteyên terorê û bi cih anîna erkên têkildarî biryarên NY’yê û peymanên navnetweeyî yên têkildar de hatiye girtin.
Hêjayî gotinêye ku Hûsî û Hizbûllaha Lubnanê gelek nêzîkî komên çekdar ên Iraqêne.
Tê payîn ku ev biryara hikûmetê dê bibe cihê nerazîbûna komên çekdar û heta pirsgirêk ji bo hikûmetê derbixînin.



