Rêveberê Navenda Kurd ya Lêkolînan Newaf Xelîl di warê xeteriya DAIŞ’ê li Sûrî axivî.
Bi gotina wî ku çeteyên DAIŞ’ê ji hilweşîna rejîma Baas û valahiyan feydeyeke mezin dît.
Newaf Xelîl da zanîn ku guhartinên ewlehî û siyasî yên herêmê hişt xurtiya êrişên çeteyên DAIŞ’ê zêde bibe.
Ew jî ji ber valahiya ku di encama hilweşîna rejîma Baas de çêbûye.
Di wê valahiyê de çeteyên DAIŞ’ê dest danîn ser çekan, bi hêsanî tevgerî û endamên xwe zêde kirin.
Xelîl destnîşan kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê jî bi cidî şerê DAIŞ’ê nake.
Her wiha komên çekdar hene ku ji çeteyên DAIŞ’ê re dibin wargeh ku bikarin êrişan pêk bînin.
Newaf Xelîl got ku di aliyê rêxistinî û erdnîgarî de DAIŞ xurtir bû.
Bi taybetî li Dêrazorê nexasim piştî ku komên çete wekî yên Ehrar El Şerqiye tev li hêzên hikumeta veguhêz bûn.
Xelîl da zanîn ku armanca sereke ya DAIŞ’ê ew e ku bi rêya pêkanîna sûcên êriş û kuştinê xwe zindî bihêle .
Newaf Xelîl got ku piştî hilweşîna rejîma Baas çeteyên DAIŞ’ê çek û pere bi dest xistin.
Ev jî bûye sedema xurtbûna êrişên wan û guhartina sîstem û rêxistinbûna wan.



