Di çarçoveya pêngava 16 rojan a bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, li Qamişloyê pêşangeheke hunerên jinan hat vekirin.
Jinên ji Qamişloyê, nûnerên saziyên sivîl, rêxistinên hiqûqî, deste û rêxistinên jinan di pêşangehê de amade bûn.
Di pêşangehê de destkariyên 12 jinanî (xwarin, wêne, neqişandina ser textan û hunerên bi têlan hatine çêkirin û hwd) hatin pêşandan. Ev pêşangeh bi armanca piştgiriya jinan di aliyê madî û manewî de û nîşandana hunerên wan hatiye kirin.
Pêşangeh dê heya sibê (5 Kanûn) vekirî be.



