Wezareta Plandanînê ya Iraqê ragihand ku rêjeya mezinbûna salane ya nifûsê li Iraqê ji sedî 2.5 daketiye, ku li gor salên borî ku ji sedî 3 bû, pir kêmtire.
Berdevkê Wezaretê Ebdulzehre Hîndawî eşkere kir ku serjimêriya nifûsê ya herî dawî nîşan da ku tê payîn ku nifûsa welat di pênc salên pêş de ji sedî 10 zêde bibe.
Berdevkê Wezaretê dibêje rêjeya mezinbûna nifûsê dê berdewam bike ku ev yek hewcedariya bi derxistina yasayek taybet bi kontrolkirina hejmara rûniştvanan kêm dike.”
Ebdulzehre Hîndawî got:
“Malbatên nû niha bi tenê yek an du zarokan razî ne. Ev yek hişmendiyeke mezintir ya li ser girîngiya rêxistina malbatê nîşan dide.
Em bawer dikin ku ji bo kontrolkirina nifûsa Iraqê niha û di pêşeroja nêzîk de, ne hewceyî yasayekê ye.”
Li gorî serjimêriya dawî, nifûsa Iraqê gihiştiye zêdetirî 45 milyon kesan.
Ev hejmara bilind ji bo aboriyê û xizmetên giştî wekî pirsgirêkek mezin tê hesibandin ku zextê li ser binesaziyê û dabînkirina kar û xizmetan dike.
Hikûmeta Iraqê ji bo teşwîqkirina malbatan ji bo kêmkirina hejmara zarokan dixebite.
Lê hinek aliyên olî yên li Iraqê, hîn jî li dijî qanûnek fermî ya ji bo kontrolkirina nifûsê ne.



