Serfermandarê Giştî yê Îranê General Emîr Xatemî îdia kir ku wan di şerê Îran-Îsraîlê de bi ser ketine û Tel Aviv negihîştiye armancên xwe.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, IRNA, Xatemî li Komîteya Plankirin û Budçeyê ya Parlamentoyê li ser nakokiya Îran-Îsraîlê axivî.
Xatemî got, “Dema ku Îran bi DYA re danûstandinan dikir, ew bû hedefa êrîşa rejîma Siyonîst a bi piştgiriya Amerîkayê. Me ev şer qezenc kir; dijmin negihîşt ti armancên xwe.”
Xatemî diyar kir ku armanca Îsraîlê ew e ku şiyanên Îranê yên navokî, mûşekî û parastina hewayî ji holê rake û got, “Îsraîl dixwest bi berdewamiya êrîşan pergala Îslamî ya li welêt û Îranê hilweşîne. Lêbelê, bi saya hewldanên dijwar ên hêzên çekdar û îradeya gel, nekarî bigihîje vê armancê. Di encamê de, Îsraîl neçar ma ku daxwaza agirbestê bike.”
Ev nakokî bi êrîşên tund ên Îsraîlê li ser Îranê dest pê kir.
Di 13ê Hezîranê de, Îsraîlê êrîşên berfireh li ser tesîsên nukleerî yên li bajarên cuda yên Îranê, tevî fermandariya bilind a leşkerî, pêk anîn.
Di êrîşan de Serokê Fermandariya Giştî, Fermandarê Giştî yê Sipaha Pasdarên Şoreşê, çend fermandarên payebilind û neh zanyarên nukleerî hatin kuştin.
DYA, ku bi eşkereyî piştgiriyê dide Îsraîlê, di 22ê Hezîranê de êrîşî sê tesîsên nukleerî yên Îranê li Natanz, Fordo û Îsfahanê kir.
Ji bo tolhildana êrîşa Amerîkayê, Îranê di 23ê Hezîranê de êrîşî Baregeha Hewayî ya El-Udeyd a li Qeterê kir ku di destê Amerîkayê de ye. Serokê Amerîkayê Donald Trump di 24ê Hezîranê de agirbestek di navbera Îran û Îsraîlê de ragihand.

