Di rêzecivînên MSD’ê bi gel re û gotûbêjkirina geşedanên siyasî de, îro kombûna wan li Til Temir bû.
Hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit got ku ji bo pêkanîna çareseriyên guncaw, divê tevahî Sûrî di danûstandinan de beşdar bin û destûreke nû ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger bike were nivîsandin.
Hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit destnîşan kir ku pêvajoyên siyasî û dan û standin li ser Sûriyê hene, lê belê divê gelê Sûriyê jî di diyarkirina pêşerojê de rola xwe ya sereke bilîze.



