Di civîna komîsyona li meclisê de partiyan pêşniyazên xwe pêşkêşkirin.
Hate diyarkirin divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, erkdarkirina qeyûman bê betalkirin û hevdîtina komîsyonê ya bi Rêber Apo re bê eşkere kirin.
Di civîna komîsyona li meclisê de ku îro pêk hat, piştî axaftina serokê meclisa Tirkiyê Nûman Kûrtûlmûş partiyan jî pêşniyazên xwe pêşkêşkirin.
Parlementerê CHP’ê Mûrad Emîr naveroka rapora ku wan amadekiriye eşkere kir û diyar kir ew ê piştgiriya xwe bi pêvajoyê re bidomînin.
Emîr derbarê rapora 17 rûpelî ya ku wan amadekiriye ev agahî dan,
CHP: Divê pirsgirêka Kurd çareser bibe û bîryarên DMME pêk werin
“Ji bo pêkanîna bîryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê divê astengiyên îdarî û siyasî ji holê bên rakirin.
Astengiyên li pêşiya maf û azadiyan divê bên rakirin.
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê şertên siyaseta demokratîk bên avakirin.
Divê dawî li pêkanîna qeyûman bê anîn.”
Serokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Çep Onder Aksakal jî diyar kir tevî ku 10 roj bi ser hevdîtina bi Rêber Apo re derbasbuye lê hê ti agahdarî ji komîsyonê re nehatiye kirin û got,
“Divê derbarê hevdîtinê de teqez agahdarî bê kirin û girtek bi endamên komîsyonê re bê parvekirin.
Parlementerê Partiya Kedê Îskender Bayhan jî bibîr xist ku burokratên ku diçin civîna komîsyonê Rêber Apo weke mîmarê pêvajê dibînin û girîngiya rola wî destnîşan dikin û got,
“Heta hurgiliyên hevdîtinê neyên parvekirin amadekirina raporê wê kêm bimîne.”
AKP: Rêxistinê dawî li xebatên xwe anîye, divê erkdariya qeyûman betal bibe
Parlementerê AKP’ê Mistefa Şen jî diyar kir rapora wan ji 9 beşan pêk tê û got,
“Endamtiya rêxistinê sûc e, lê eger rêxistinê xwe fesixkiribe sûc li holê namîne. bi heman rengî sûcê ji bo alîkarîdayînê jî wê betal bibe.
Di rapora AKP’ê de pêşniyarên gavên demokratîkbûnê hene. Rêxistinê dawî li xebatên xwe anîye. Ji ber vê jî divê erkdarkirina qeyûman ya li şaredariyan were betalkirin.”
Parlementerê MHP’ê Fetî Yildiz jî anî ziman ku partiya wan jî raporeke 116 rûpel amadekirine û diyar kir piştî ku rêxistinê bi temamî xwe fesix kir wê hemû astengiyan ji holê rakin û çareser bikin.
Her wiha anî ziman sererastkirinên hiqûqî wê bi komîsyonê re bi awayekî hevpar bikin.



