Xelatgira Nobelê û çalakvana mafê mirovan Nêrgiz Mihemedî ragihand ku şer li Îranê bi dawî nebûye.
Her wekî diyar kir ku hikûmet li dijî welatiyan şer dike û got:
“Helwesta hevbeş ya çalakvanan xwedî hêza guherîna dîrokî ye.”
Nêrgiz Mihemedî têkildarî rewşa welatiyan ya dibin zext û rejîma Îranê de ji Kovara Time re axivî û got:
“Hikûmet li dijî welatiyan şer dike. Heta ger bombe nebarîne jî, xelkê welat aştiya rastîn nabînin.
Ji ber hikûmet hemû aliyên jiyana welatiyan kontrol dike.”
Nêrgiz Mihemedî tekez kir ku helwesta hevbeş a çalakvanan xwedî hêza afirandina guhertinek dîrokî ye.


