Hêzên hikumeta veguhêz rûspiyekî Elewiyan ê herêma Sehil El Xab girtin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ragihand:
Hêzên hikumeta veguhêz êvara roja pêncşemê rûspiyê Elewiyan ê herêma Sehil El Xab ê gundewarê Hemayê, Îsa El Xêr girtin.
Li gorî SOHR’ê, Îsa El Xêr bêyî ku der barê wî de sûc û biryara girtinê hebin, ji mala wî ya li bajarê Sehleb ê Hemayê hat girtin.
Hate diyarkirin lêpirsîn bi El Xêr re hat kirin piştre ew birin navenda ewlehiyê ya El Nehil a li herêma Siqlibiyê kir.
Malbata El Xêr banga eşkerakirina aqûbeta wî û serbestberdana wî kir.



