Îro li Belçîkayê “Hevdîtina Şêwirî ya Nîştimanî” hat lidarxistin.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî, rêveberî û civakî ya Sûriyê ji piştî rûxandina rejîma Baasê û hatina Hikûmeta Nû li ser desthilata Sûriyê, hat nîqaşkirin.
Cîgirê hevserokên (MSD) Riyad Derar, Nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Şiyar Elî, Rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdurehman, siyasetmedar Semîr El Teqî û Kemal El Nebewanî, parlamenterê berê yê Sûriyê Mihemed Hebeş beşdarî şêwirê bûn.
Di şêwirê de siyaseta rêveberiya nû, rêgehên avakirina saziyên dewletê, mîsogerkirina mafên şêniyan, asta pabendbûna bi rêzgezên demokrasiyê hatin nîqaşkirin.



