Bi pêşengiya DEM Partî li Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” tê lidarxistin.
Konferasa ku îro dest pê kir wê sibê jî dewam bike.
Ji gelek welatan siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan û muzakervanên aştiyê tevlî konferansê bûne.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tûlay Hatim Ogullari axaftina vekirinê ya konferansê kirin.
DEM Pratî li navçeya Bakirkoy a Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar dixe.
Konferans îro dest pê kir û wê du rojan bidome.
Di asta navneteweyî de jî gelek siyasetmedar, hiqûqnas, çalakvan û parlementer tevlî bûn û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê destpê kir û tecrûbeyên cîhanê tên nirxandin.
Axaftina destpêkê ya konferansê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan kirin.
Tulay Hatimogullari: Ji bo aştiyeke mayînde divê gavên berbiçav bên avêtin
Tulay Hatîmogûllariyê diyar kir konferans li ser nîqaşkirina aştiyê ye û got,
“Aştî bi xwezayî nayê, ew bi têkoşînê tê. Ji bo misogerkirina aştiyeke mayînde; divê gavên berbiçav werin avêtin û divê helwesta birêz Ocalan wekî helwesteke girîng were dîtin.
Ez bawer dikim ku ev konferans dê di vî warî de tevkariyeke girîng bike.”
Tulay Hatimogullari li ser rewşa Sûriyê jî ev nirxandin kir,
“Hewldanên hikûmeta Şamê ya têkbirina pergala Kurdan nayê qebûlkirin”
“Hikûmeta Şamê hewl dide ku pergala ku Kurdan bi gelên din ên li Sûriyeyê re ava kirine ji holê rake. Ev nayê qebûlkirin.
Êrişên li ser Durzî û Elewiyan nayên qebûlkirin. Rojava tenê ne avakirina jiyaneke sekuler, rizgariya jinan û Sûriyeyeke demokratîk e, di heman demê de modeleke ji bo demokratîkbûn û yekbûna baweriyên cihêreng jî diafirîne.
Bi vê wateyê, divê rê ji bo vê herêmê were vekirin.”
Bakirhan: Azadiya Kurdan û demokratîkbûna Kurdan gelek girîng e
Tuncer Bakirhan jî diyar kir Cîhan û Rojhilata Navîn di krîzeke mezin de ne û got,
“Tirkiye di navenda vê krîzê de ye. Pirsgirêkeke Kurd heye ku sed sal e nehatiye behskirin. Mafên Kurdan hîn nehatine dayîn. Kurd sed sal e ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşîneke bênavber dimeşînin.
Azadiya Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê li vir pir girîng in. Ev pêvajo dê hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Rojhilata Navînê aştiyê bîne.
Paradîgmaya demokratîk a birêz Ocalan çareseriyeke mezin e. Birêz Ocalan di navenda vê pêvajoyê de ye.”



