Serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed El-Şeri got wê 4 salên din hilbijartinên serokatiya Sûriyê bên lidarxistin.
El-Şeri di Foruma Dohayê de hemû mezheb beşarî Hikûmetê dibin û destnîşan kir ku parvekirina desthilatê li bingehê etnîkî û mezhebî şaştiyeke mezin e.
El-Şeri: Hewldana Israîlê ya avakirina “herêmeke tampon” xeter e
Ehmed El-Şeri di axaftina xwe de diyar ku hewldana Israîlê ya avakirina herêmeke tampon wan dixe xeteriyê.
Her wekî destnîşan kir ku ew rêzê li peymana 1974’an a ku 50 salî li ber xwe daye digirin û çi guhertinek di vê peymanê de divê bi erêkirineke navdewletî û Meclisa Ewlekariyê be.



