Rûsyayê beriya hevdîtinên aştiyê yên di navbera Ûkrayna û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de li dijî Ûkraynayê êrîşeke berfireh da destpêkirin.
Moskowayê şeva Şemiyê bi 653 balafirên bêmirov û 51 fûzeyan êrîşî Ûkraynayê kir. Li seranserî welat alarma êrîşa hewayî hat dayîn û di encam de herî kêm 8 kes birîndar bûn.
Hêzên Ûkraynayê ragihandin ku wan ji van balafirên bêmirov û fûzeyan, 585 balafirên bêmirov û 30 fûze bêbandor kirine.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî da xuyakirin ku pergalên wan ên parastina hewayî heta roja Şemiyê li ser xakên Rûsan 116 balafirên bêmirov ên Ûkraynayê anîne xwarê.
Roja Şemiyê rayedarên Ûkraynî û Amerîkî ji bo ku şerê li Ûkraynayê bi dawî bikin di roja sêyemîn de li hev civiyan. Pêla êrîşên Rûsyayê hemwextî vê hevdîtinê pêk hat.



